DOLAR %
EURO %
ALTIN
BITCOIN %
Ankara

PARÇALI BULUTLU

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

19 okunma

Al û wate

ABONE OL
19 Kasım 2022 05:30
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Al, cilên neteweyî ne ku mirov li bejna welatan dike. Cilên neteweyan ango alên wan di pêvajoya dîrokê de diguherin, ev tiştekî normal e; ziman jî diguherin, hişmendî jî diguhere, raman jî diguherin… Her çend di alan de hin reng û sembolên sereke xwe biparêzin jî, al, li gorî giyanê demê her tim ji nû ve difesilin û dibin nasnameyên nû yên neteweyan.

Di guherîna alan de carna ol bandorker in; alên gelê îskandînav piştî pejirandina filetiyê xaç li wan hatiye zêdekirin… Carna bîrdozî jî dibin sedema guherîna alan; piştî komunîzmê, li Rûsya û Çînê alên ku karkeran sembolîze dikin hatine sêwirandin… Carna hin fermandarên mezin jî dikarin biryara çêkirina alên nû bidin; Napoléon –ku bi eslê xwe korsîkî/îtalyan e– vê gavê ala ku Îtalya bi kar tîne bi fermana wî hatiye çêkirin… Carna erdnîgarî jî dibin çavkaniya alan; ala Kanadayê ku pelek e û a Lubnanê ku darek e, ji bo vê yekê mînak in… Carna dîrok û mîtolojî jî dibin çavkaniya alan; wek ala Îsraîl û ya Japonya û ya Kore û hwd…

Carna hin milet zû bi zû biryara tifaqê li ser alên xwe nadin, wek mînak Almanya. Almanan di demê de li ser ala xwe pir serê hev êşandiye. Em di nivîsên helbestkar Heinrich Heine de dibînin bê çi teşqele li ser ala almanan derketiye, vê gavê jî gengeşî li ser didomin. Ala almanan a sor û zer û reş, û a eyloyê du serî yî reş î baskvekirî, hê jî ji bo almanan dubendî ne; ala eyloyê baskvekirî çavkaniya xwe ji împeratoriya Roma-Cermen digire û hê jî hin alman di vê sembolê de israr dikin, tê nabihurin.

Nakokî û bêtifaqiya li ser alan ji hişmendiyê diqewime. Di nav miletekî de kesên pêşverû alên kevn naecibînin, û yên paşverû jî alên nû naecibînin. Al kirasek e, her mirov wê zû bi zû li bejna welatê xwe nayne.
*
Miletekî bêal tazî ye. Ji bo neteweyek tazî nemîne bi alekê tê nixumandin.
Ji bo alek hebe divê li holê komek mirov hebe. Ne bi tenê netewe, komek sporê jî aleke wê heye, saziyeke sendîkal jî aleke wê heye, febrîqe, dezgeh, zanîngeh û hwd jî –ji ber ku kom in– alên wan hene.

Al rengên hestên mirov in, dirûvên giyanê mirov in, nîşanên ramanên mirov in. Al semyotîka netewe û koman e, heger aleke te tune be tu bêwate yî. Al ontolojiya netewe û koman e, “hebûn” e. Heger aleke te tune be tu jî tune yî. Ji ber vê, serdestên kurdan ala kurdan qebûl nakin, li gorî wan divê kurd “bêwate” bin, divê kurd “tune” bin.
*
Di dîroka antîk a kurdan de ala kurdan a ewil berdilka ber Kawayê Hesinkar e. Gava Kawa hesinkarî dikir ev berdilk (pêştemal) bi ber xwe vedikir û dixebitî. Ev berdilk, berdilkeke çerm bû. Helbet ev al, ango berdilka çerm, dûre hatiye rengandin û sembolin li ser hatine xêzkirin. Berdilka Kawayê Hesinkar ango ala antîk a kurdan pir pîroz hatiye hesiband û bi demê re pey der pey hatiye guhertin. Li gorî di “Şahname”yê de Fîrdewsî qal dike di dema zordariya Dehaq de gel vê berdilkê ji xwe re dike al û serî hildide. Dûre di gelek herban de ev al/berdilk dibe ala artêşê û her tim tê berzkirin. Ev al/berdilk ne bi tenê ji bo kurdan, ji bo gelek miletên arî jî bûye al. Ev al wek “Ala Kawayê Hesinkar” hatiye binavkirin û gelekî jê hatiye hezkirin. Ev al bûye ala serhildanê, bûye ala berxwedanê, bûye ala azadî û rizgariyê…
*
Gava em li ala împeratoriya Medyayê dinêrin, erda wê kesk û spî û sor, û li ser vî erdî jî wek sembol şêrekî zer û taceke zer heye. Şêr hêza medan, û tac jî qraltiya wan sembolîze dike. Ango medan ji xwe re gotiye ku ew mîr in, ew şêr in, û kes nikare li dinyayê xwe li ber wan bigire.
Bi demê re dewletên kurdan gelek al ji xwe re çêkirine, lê ala kurdan a dawî ala Komara Kurd a Mehabadê ye. Qazî Mihemed û rêveberên dewletê ji xwe re aleke wiha pêşnûma kiriye: Rengên wê kesk û spî û sor, û li navenda alê, li ser erda spî, pênûs û rojeke zer di hundirê çelengekê de. Pênûsa li ser alê girîngiya zanînê sembolîze dike; xwendin, nivîsandin û perwerdehî bi pênûsê hatine pênasekirin; roja li ser alê jî remza jiyan û ronahiyê ye. Ev pênûs û roj bi çelengekê hatine dorpêçkirin, ango hatine hembêzkirin, wateya vê jî ev e: Pênûs û roj pir hêja ne, ewqasî hêja ne ku divê di hundirê tacegulan de bên parastin.

Berî Komara Kurd a Mehabadê, rêxistina “Xoybûn”ê di salên 1927-1930yî de alek ji kurdan re çêkiriye. Ev al, ala partiyekê ye. Xoybûn (Xwebûn) partiyek e û serhildana Agiriyê bi rê ve biriye. Wek tê zanîn di encamê de ev serhildan şikestiye. Niha ala ku rêveberiya başûrê Kurdistanê bi kar tîne ev al e. Vê gavê ev al wek ala hemû kurdan tê pênasekirin, lê ev diyardeyeke çewt e. Ev al, ala partiyekê ye (ala Xoybûnê ye), û pir normal e ku partiyeke din wê qebûl neke. Partiyên din jî ji xwe re wiha difikirin: Heger serhildan be me jî serî hildaye, heger temendirêjî be partiya me jî temendirêj e, û tew di ser de jî em wek “Xoybûn”ê di serhildana xwe de neşikestine jî.

Wê bidome…

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.