DOLAR %
EURO %
ALTIN 1.159,210,33
BITCOIN %
Ankara

HAFİF KAR YAĞIŞLI

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

23 okunma

Kêfa xwendinê, civat û rihmet

ABONE OL
14 Ocak 2023 05:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Gelî cimaetê ez dixwazim em xêr û gunehê xwe ji hev re bibêjin. Pêşî ez dest pê bikim:

I-

Pelên zer weşiyan û aveke zelal ji Kaniya Mêrgê bervî cirnê şevê ve diherike. Carinan em kurmê xwe dişkênin û behsa mîtên xwe dikin li ser wê avê. Behsa qewm û dewletên xwe yên mezin ên ji zarokên xwe re tiştekê nehiştin. Behsa wê hêz û qudreta wan a bê ser û ber. Avadanî û çandinî jî li rûyê erdê bi wan dest pê kiribû jixwe nabe ez ji bîr bikim! Em hev diaxpînin û ava mêrgê herwekî demê diherike lê bîreke birêkûpêk ya em pê mijûl bibin wekî mîrat ji wê hêz û qudretê nema di destê me de em tev de dizanin. Di vê babetê de em zêde serê hev diêşînin bi filankes û bêvankesan. Tune be tune ye. Pergaleke xerabbûyî jî hebûya wê bandoreke wê xwe nişan bidana li vê eraseyê.

Bi îzna cimaetê li vir ez dixwazim berê ava xwe bidim ser xetikeke din;

Me go merheba!

II-

Berhemên di sala 2022an de bûn para min a xwendinê berê min dane vê nivîsê. Belê ji xwendinê bêpar nemam dîsa lê ji kêfa xwendinê para min gelekî hindik bû. Wisa bi hemdê xwe û li hucreyeke piçûçik bi xwendineke hûr… Min Yalın Tutku û Babamın Yeri ya Annie Ernauxê jî xwend. Di vê xwendinê de kêfeke xwendinê ya bi hijmet ji metnê nenizilî ji bo min lê di nivîsên derbarê nivîskariya Ernauxê de ewê hijmeta min di metnên wê de nedî derket pêşiya min. Bi qewlê Derrîda xwendinên ji hev cihê ne şaş in lê hinek jê ji yên din tekûztir in. Loma bi destûra we ezê pirsekê deynim vir:

BERHEMÊN XELATGIRÊ XIRAB BÛN GELO?

Bi raya min bi şêwaza xwe li pêş bûn û ne xirab bûn lê di hemdê xwe de bûn. Ji ber werger bû û bi tirkî bû bi îzna we ezê behsa berhemeke din ya bi tirkî bikim. Bi dîtina min Porselen Bir Mevzu ya Gokçe Bîlgînê ji aliyê tûjbûn û wêrekiyê ji wê ne kêmtir bû û bi ser de ji aliyê pevxistinê ji berhemên Ernauxê wêdetir bû. Derdê min bi temamî ne rûberîhevkirin û muqayese ye. Ez behsa hêzê dikim. Behsa cemiyetê. Vêga Cemiyetê xelata nobelê da Ernauxê û ji bo wê got ‘ev e’ û ‘ew e’! Kanon e. Sedema xwe jî aşkere kirin. Eybên sedema wan ya jî kêmasiyên gotina wan hebû gelo? Ji xwe dipirsim vê pirsê. Berê pirsa min ne li we ye şaş fahm nekin. Çavê min ne li qisûrê ye û naxwazim lê bişkênim jî. Dixwazim bibêjim: ji destê me nayê dîtineke şaş nîne çimkî pergaleke me ya sistematik tune ye û ev bêpergalî pirî caran rê li ber hizr û avakirinê digre. Lê belê bi xebat û xîreta xwe ya şexsî hin navên me henin û ew nav îro nebe jî sibê dê bibin kelehên pardon kanonên edebî bila di bîra me de be. Loma mêvanperweriya me ya ji bo xerîb û cîranan bila ji bo xism û eqrebayên me jî piçîçkî hebe. Xwedawekîl ev ne gazin e. Gotina min ji dil tê loma ji we re dibêjim.

III-

XWARZÊ, XÊRA DÊ Û BABÊ XWE TASEKÊ JI AVA MÊRGÊ

Novelên Hesenê Metê, çîrokên Şêxo Filîk yên Nîhatê Hecî Şakir û yên Lokman Ayebe bêtir kêfê dane min. Kêfa xwendinê ji min bû ya ji wan bû? Gelo ji ber ev çîrokên ez behsa wan dikim bi zimanê min bûn xwîna min li wan keliya? Sedemeke wiha hebe jî ne xerîb e lê min ji wê eynika sêwirî ya di metnên wan de xuya bûbû hez kir. Nebêjim nabe: ez ji kêf û zewqa xwe ya edebî bawer im. Quretî be bila quretî be! Ne xem e. Çimkî ez dixwînim; bi çavê xwe, bi dîtina xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe. Ger û çûn a di nava metnê de sînorên metna li ber destê meriv fireh dike. Ez bawer im hûn jî gava dixwînin van tiştinan hîs dikin. Gotina ber çavê meriv dikeve êdî tenê ne gotina (ji bîra) nivîskar e. Sînorê wê bi zanîn û tecrubeya me fireh dibe. Helbet ev firehkirin, xerakirineke jî. Loma xwendina hûr û nêzîk, xerakirina sînorên metnê ye û ji bo xwendekar wextê kêfê ye, wextê xwendineke seyr e. Dor li ber hatiye danînê: bi xwendinê re metna heyî ji nû ve tê afirandinê.

Mi’go civat û rihmet!

IV-

AVA VÊ KANIYÊ HEYAT E

Li hêviya xwendinê me. Nivîskar û şair jî bar dikin. Ber, bar, kar, şa(i)r… şop û xizanî. Dengê min naçe hinekan. Zimanê min bi destê xwe ji xwe re kozikan çêdike, holikan, hêlîn û wargehan ava dike. Di navbeyna min û xwendinê de berpirsiyariyeke şêrîn heye. Belê mi’go ez ji xwendina xwe bawer im jixwe li ser berhemekê gotineke kamil û gihiştî hebe jî bi wê re giraniyekê jî xwe dide der. Di navbeyna xwendin û metnê û nivîskarê metnê de. Jixwe edalet heya daxwaza metnê û nivîskarê wê neyê cî wê her bê taloqkirinê! Gotina min a derbarê metnekê de bi xwendina min re çêdibe û şirove ye. Ya ji dest diçe û ya bi dest dikeve çi ye? Bi xwendinê re dîtina peydabûyî xwe ji dîtinên din cihê dike. Bi temamî destê xwe ji dîtin û şiroveyên din şûştin xwesorkirina li rastiyê nîn e. Bi awireke din rîsk e û lêbuhurîna taybetiyeke din a metnê ye.

Bi îzna we ezê qirika xwe hinekî şil bikim dîsa bi vê avê. Kaniya Tayê ava xwe ji mêrgê dixwaze. Çima nexwaze? Yeqîn bi Xwedê ew jî ne niheq e. Kozika li ber qajoyên kaniyê zerafeta jiyanê nîşanê wê didin. Pelên zer weşiyabûn tê bîra we ez bawer im û cirnê şevê jî jixwe bû para civatê. Di vê saetê de, piştî vê civatê li ser rêya malê tişta tê bîra min eger hûn bixwazin ezê ji we re jî bibêjim. Ya jî ezê di ber xwe de bibêjim bila guhê we li gotinê be. Destê min ji we nabe.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r
gaziantep escort bayan gaziantep escort escort

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme bonusu veren siteler 2023deneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu