DOLAR %
EURO %
ALTIN 1.128,40-2,33
BITCOIN %
Ankara
-2°

KAPALI

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

400 okunma

Perestgeha Lalişê û Pêxwasî: Çima Êzîdî divê pêxwas bikevin nava Lalişa Nûranî?

ABONE OL
17 Ocak 2023 01:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Newaf Mîro

Mirov bi xwe wekî darekê ye, heta dar bi qurm û rehên xwe di nav axê de be, wûsa jî ax di nav avê de ye, an av di nav axê de ye; zindî ye, hebûnî ye û berhemdar e. Temasa mirovê çalak, rasterast bi axê re bi piya ye. Gava ji piya dikeve, êdî dibe tiştekî din. Mirov çendîn ji axa xwe, yan ji diya xwe dûr dikevin, yan jî wûsa dibin; dibin mirovekî çêkirî. Yan yên navbênê dike nîvê xwe û Xwedanê xwe. Xwediyê mirovan, ax e. Mirov ji axê û avê çêdibe, her rojekê dibe ax. Reseniya mirovan ji axê ye. Mirov çendîn “jîr” dibe, pêre dibe dîlê jîrbûna xwe û bi wê “jîr” bûna xwe dikare dawiya xwe bîne.

CARNA DIBE LOQMAN, BIRÎNÊ KÊRÊ DERMAN DIKE

Perestgeha Lalişê, parastina resenî ye û ruhê pak e. Lewma divê her kevir, dar û rengê Lalişê, bi reseniya xwe bêne hebandin û parastin. Çendîn mirov jîr dibe, ewçend dibe alîgir, bi zanîna xwe carna dibe kêr û devê kêrê. Carna jî dibe Hekîmê Loqman û birînên kêrê derman dike. Mirov tê dunyayê, ne ku ji ajalan zîrektir e. Ajal di nava çend kêlî û rojan de, kêrî xwe tên û hêlîna xwe jî, gemarî nakin. Lê mirov ger ew mîrasa zanînê, ya bi rêya zimên me ji pêşiyên xwe girtiye nebe, dê ew çend zêde nebe. Mirov keysperest e û her tiştî ji bo xwe bikar dihîne. Bêyî em karibin hingiv çêkin, dibin xwediyê hingivê. Bêyî em hin tiştan bibînin, disêwirînin. Li şûna derbirînê hema bibe, bidize, bi darê zorê bistîne.

Çawa nabe, mirov dê ji pitik, pitik ji dê bi kinc, pêlav û tiştekî din biparêze, nabe mirov jî tevî pêlav û bi raya min divê gore jî nebe, xwe ji wê axê biparêzin. Em dizanin, ku Berat (Guroşk) bi axa Lalişa Nûranî û ava Kaniya Spî çêdibin. Li gorî baweriyan, bavê mirovahiyê nebî Adem ji axê çêbûye û ruh xistine, qalibê wî. Herweha, Perestgeha Lalişê nûranî ye û warê, destpêka jiyanê ye. Çima ne ew ax be, a ku Nebî Adem jê hatiye afirand?

Ilimdarê Êzîdî Pîr Xelat dibêje; ji Qewlê Zebûnî Meksûr; “Laliş ku dihate. Li erdê şîn dibû nebate, pê zeyînî çiqas kenîate, ku kinyat zeyînî têde çar qismat jê hincinî, ax, av, ba û qalibê Adem jê nihcinî.”

KINYAT PÊ ZEYÎNÎ, EW BER Û BEREKETA SER GERDÛNÊ YE

Li gorî baweriya Êzîdiya ew ax ne tenê ji ber ku qalibê Nebî Adem jî afiriye, ew ax dermanê her nexweşiyê ye, lê yê pê bawerî dikin e. Wekî ku qewl dibêje; “Kinyat pê zeyînî, ew ber û bereketa ser gerdûnê ye.”

Mehrdad R. Îzady di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdler”ê de dibêje; “Kurdistan wekî erdnîgarî çalak e. Di nîvê lihevketina Avrasya û Afrîkayê de, ber û bilind de. Wekî war, ji plaka Ereb diqete, bi tebeqa-herîkêm Îran û Anetolya bi mîkro-plakayên di bin de, di salê de çend santîmetre bi leza hevhezikandinê re didome. Û bi encamê çiyayên Zagrosan bi Kurdistanê re -nuqta hevxuricandî lê- ji herdu aliyan zext lê bûye, û pê re hersal çend santîmetre bilind bûye. Beriya derdora 15 milyon salan, ev teqîn û rûdan çêbûye. Herema Kurdistan lê, Başûr-rojava Asyayê digire nav xwe Behra Tertîsê ji bin be, ne ber bi jor dehfandiye û çiyayê Kurdistanê yên herî ciwan jî hê bilind dike.”

Ango meriv dikare di vir de bibîne, ku bi zanistî û geographînasiyê bizanibe ku beriya milyonan sal erdê yekem yê jiyanê li heman heremê bûye. Lewma, axa Perestgeha Lalişê pîroz e û tiberk e.

Çavkanî:

1 -‘Kürtler / Bir el Kîtabı’ – Mehrdard Îzady.

2- Pîr Xalat Elias – ‘Qewlê Zebûnî Meksûr’

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r
gaziantep escort bayan gaziantep escort escort

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme bonusu veren siteler 2023deneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu