DOLAR %
EURO %
ALTIN 1.128,40-2,33
BITCOIN 4403260,24%
Ankara
-1°

KAPALI

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

12 okunma

Stresa wêjeya jinan

ABONE OL
19 Ocak 2023 06:30
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Nivîsa me li pişt xwe hişt, li ser ‘Stresa wêjeyê ya mêran’ bû. Bi taybetî jî li ser helbestê em sekinî bûn. Meriv di nav çîrok, roman, destanan da dikare li pey şopa stresa ku bi hemdê xwe/xwezayî derketiye bibîne. Hem jî xwîner leqayê stresa bi destê nivîskar hatiye avakirin li ser karekter û lehengan bi rihetî dikare xwe bigihijine. Yanî doneyên me gelek in. Jixwe lehengên di roman û çîrokên kurdî de stresa kesan her tim di nav derûnî û hebûne de diçe û tê. Çimkî nivîskar di nav hişê xwe de konforek wê ya serdestbûnê tuneye.

DI HÊLA STRESÊ DE EM ÇI DIBÎNIN, EMÊ BÎNIN SER ZIMAN

Dibe di jiyana xwe ya beşerî de xwedî konfor be. Ger em yeko yeko li ser berheman herin ne wext têr dike ne jî ev rûpel. Ji bo vê jî nivîsa me li ser destnîşankirin û balkişandina ser naveroka berhaman e ku tê da çi diqewîme, di hêla stresa de jî em çi dibînin, kin û kurtasî em ê binîn ser ziman. Em ê zêdetir li ser risteyan û helbestkarên ji hev cuda bisekinin. Me di destpêkê de dest nîşan kiribû, helbestkarên mêr li ser du stresan hatibû diyarkirin. Yek jê berhema stresa bibingeh ya din jî bindestiya wan bû -êrîşên li ziman û gefxwarin, asteng kirin, ji qiymetê xistin- û hwd. Dema em berê xwe didin berhemên jinên kurd bi sê awayî stresa wan tê xwendin. Berhema herî xurt, bindestî û dibin civaka arkaîkî dê nivîskarî, helbestkarî, aktîvîstî, kedkarî… Hema tena serê xwe jinbûn sedema têkoşeriyê nîn e? Li ser azadbûna jinê bi hezaran jinên têkoşer ketin bin axê. Îradeyek bêhempa meşandin û hêviyê ne tenê bo gelê xwe neqiş kirin, hemû jinên bindest re bûn hêvî û wek agirê Newrozê gihiştin asoya welat. Ne tenê jinên kurd hema ji Asyayê bigirin heta Rojilata Navîn rewşa jinan li ber çav e. Li welatên pêşketî jî gefxwarin û bi rengên cuda êrîş li jinan tên kirin. Wek mobbîng, destdirêjî, tacîz, tehde… Kin û kurtasî di bin desthilatiya erkê de jiyanek têkoşerî tê domandin bi her aliyê va ev berxwedan didome. Tevgera jinên azad, li dinyayê bi slogana xwe ya “Jin Jiyan Azadî” firtoneyeke mûazam gerand. Ev slogan bi hêsanî derneket, di bingeha xwe de gelek tişt hewand û bedelek giran jî da. Piştî berxwedanekê û kedeke girseyî ev slogana bêhempa ma.

TEMSILIYETA JINÊN REŞIK MÎNAKÊN XURT DIDE ME

Li Efrîkayê serîbilindkirina dijî gotin û ji nêrinên mêtingeriyan antî-kolonyal û post kolonîzmê de nêrîna edebiyata jinan cureyek din hat afirandin; ji hindir axivî. Rexneyên tûj li ser kevneşopiyê kirin bo wê jî meriv ji wir bixwîne, li ser rewşa xwe ya îroyîn binirxîne. Di berhemên jinên reşik de krîtîka ku hatiye kirin û bi çawayî liberalbûnê honandine were fehmkirin temsîliyeta jinên reşik mînakên xurt dide me. Negrîtude tevgerek “hişê reşikî”ye yek ji pêşenga wî Lêopold Sêdar Senghor e û di helbesta xwe de jina reşik îdealîze dike. Ji nû va, dîsa jina Efrikî pîroz dike û tê girisandin/mezin kirin. Senghour di helbesta xwe ya bi navê “Jina Reş” de wiha bang dike:

Jina tazî, jina reş

Rengê ku te li xwe pêçaye ew bixwe jiyan e, di laşê te de xweşik î

Di bin siya te mezin bûm. Nermbûna destê te

Bo çepera çavê min, vêga li bendeva tavê û havîne,

li ser kizirandina tepikek de te kişf dikim, axa ku hatiye wadkirin

û xweşikiya te di dilê min de lê dide, wek qertela ku dibiriqe.

Risteyên Senghourê behsa gelek tiştan dike. Dibeje “di bin siya te mezin bûm” ev riste hem rastiyê bang dike hem jî metafora “ji nû va” dide pêşiya me. Helbestkar û siyasetmedar Senghour bi helbestên xwe li ber jina reşik rêyek vekir. Vêga helbesta Cegerxwîn bi navê “Keça Kurd” heye em du bend jê bixwînin:

Keçê rabe serî hilde

Divê çaxê hû nabî

Binêr jin çûn ezmana

Heta kengî di xewda bî?

Dixwazim zû bixwînî

Gavan pêj de biavêjî

Ji dijmin re tu mêrkuj î

Di hundir de paqij î

CEGERWXÎN JINÊ TÎNE QADA ŞER

Dibe ev risteyên me ji Cegerxwîn xwend bi terza ku me li jor xwend were xwendin. Seyda Cegerxwîn jinê tîne qada şer. Hişyariya welat bi jina kurd ve girê dide û daxwaza serîhildanê dike. Her du helbestkar jî pişta xwe daye tevgera sosyalîzmê, bi hêza azadbûnê û wekheviyê helbestên xwe kirine xizmeta gelên xwe. Her du helbestkar jî bi helwesta antî-kolonyal li hemberî dijmin sekinîne. Her du rewşenbîr jî bêşert û merc daxwaza serxwbûnê kirine. Terza Senghour û şêweya Cegerxwîn meriv dikare bêje di cîhek de ji hev cuda dibe. Cegerxwîn zelal û rasterast olan dide, zêde serî li îmge û metaforan naxe. Senghour, li ber xwe rêyan dirêj dike û kodên ku ji malê honandiye û gihandiye qada navneweteyî. Cegerxwîn bindestiya gel û têkoşeriya ku daye, hê jî dide gihand heta cîhek. Gelek jin û ciwan bi risteyên Seyda hilweşiyan û agir berdan nav mala mêtingeran. Ev agirê ku berda bêşik hunera bi zimanê xwe û hêzek bibingeh bû. Çaxa meriv dikeve nav rûpela berxwedana jinê kêlî bi kêlî dibîne ku her gav her nefes berxwedanekê dide xuyakirin.

RISTEYÊN JINÊN KURD DE WELAT BILIND DIBE

Em dîsa vegerin ser helbestkarên jinên kurd. Piştî destpêka sedsala 20emîn û wê da em nivîskarên kurmancî- nabînin. Di Soranan de dibe ku hebe lê di destê min de ev çavkanî jî tune. Nivîsa ewil jî di kovara Hawarê de bi îmzeya Rewşen Berdirxan hatiye weşandin. Em ê helbestên Yildiz Çakar, Fatma Savci, Nûroj Mûnzûr, Gulîzer, Fatime Ferhadî, Hêro Kurde, Jîla Huseynî bixwînin. Risteyên jinên kurd çiqas bi dileke nerm û sade neqişkirî bin jî, di bingeha risteyên wan da hesret, hêviya azadiyê û serbestiya welat bilind dibe. Di nav şer û pevçûnan da, civaka her tim li ser jinê wek şûrê Domeklesê diheje, bi nêrinên sosretî bivê nevê wêrekbûna wê tê derbkirin. Piştî ev bûyerên tirş helbestkarên jin risteyên ku honandiye meriv dibe ser hermetîkbûnê. Sedem jî li ortê ye: Civaka kevnperest û arkaîk. Piştî tevgera jinên azad gelek tişt di hiş û pratîkê de şikest. Lê hê jî ev bandora naxoş didome.

ÇAKAR BI BERHEMÊN XWE BERSIV DIDE

Jinên helbestkar piştî salên 2000î bêhtir qelema xwe wêrekî û bi feraset weşandin. Li ser helbesta Yildiz Çakar ‘Derî û dil’ nivîsek min heye. Di şexsê Çakar de hunermendên jinên kurd di kîjan ast û astengiyan da derbas dibin bo mînakê gelek balkêş e. Çimkî êrîşên li ser Çakar hatiye kirin zordestiyê hêma dike. Hem bi destên gelek kesan êrîşên hovane pêk hatiye, hem jî di wêjeyê de bi destên mêran bi çi awayî hatiye asteng kirin tê deşîfrekirin. Çakar, bi bîr û bawerî bi qelema xwe ya xurt, bi berhemên xwe bersivan daye. Piştî evqas êrîş û derban risteyên û romanên wê de dibe ku meriv stresê nebîne? Vêga çend riste ji Çakar em bixwînin: “laşekî westandî me, temenekî tarî me/roj li meridyeneke veşartî de li dû kesekî din e”. Di helbesta Fatma Savci de stresa em dibînin bi hest û hestbariyê hatiye pêçandin. Her tişt bi dil ve tê girêdan, helbest bo hest heye, hest bo risteyan heye. Helbesteke agresîf, êrîşkar em naxwînin. Dil bi dil va diçe di risteyan de; “Em dilên xwe yên tî/bi xeyalên xwe /yê rubarî hênik dikin,/bêarê heyatê ne,/berxwe nakevin,/her carê,/li xeyalên xwe yên gulîstanî diterpilin.”

Di pirtûka helbestkar Gulîzer a bi navê “Sindoqa Dirûnê” de risteyên hilbijarî em bixwînin: “piştî salan/gava hêrs û hêsiran dan du hespên salên berê/gava hestên kujer û bihêsir riziyan…”, “ku ji te re jî wek min derd e/ev nixumandin, ev veşartin, ev perde/rabe ser xwe/rabe û dîroka xwe ya stuxwariyê bide ber xwe/êş bi êş pê bihese/ku ji te re ne derd e/hema galgalek bû me li vir kir/dev jê berde”.

MÛNZÛR ÇIQAS XWE JÊ DÛR XISTÎ BE JÎ DÎSA KETIYE NAV STRESA BÎRÊ

Di nav helbestkarên jin de civakbûna Gulîzer li pêş e û li hemberî mêtingeran şerê ku di hunera xwe de kiriye rastiyê bi hiş va honandiye û bi metaforên azadbûne helbesta xwe daye pêşiya me. Stresa Gulîzer ne hebûna rojane ye, stresa wê xwebûna wê ye. Nûroj Mûnzûr helbestkarekê ji nifşên nû ye û helbesta ku wê nivîsiye zelal û pak e. Min par li ser helbestkar nivîseke direj min belav kiribû. Mûnzûr, di helbesta xwe de di bin bandora hafizayê de stresek bêhemde xwe ava kiriye. Çiqas xwe jê dûr xistî be jî dîsa ketiye nav stresa bîrê. Li dijî hafizaya ku pê ra ketiye nav şer bi rêya hunera xwe rû bi rû hatiye. Çend riste jî em ji Mûnzûr bixwînin; “zarokên wî welatî nepeyivîne qet/her şev li fîlma destavêtina diya xwe temaşe kirine”.

Gava em berê xwe didin helbestkarên rojhilatê di destpêke de Jîla Huseynî dibînin. Li ser helbestkar nivîsekê min hatibû weşandin. Di helbestên wê de evînekê û çûnûhatinekê li pey şopa evîna hindabûyî em dixwînin. Stresa helbestkar evîna ku xeyal û hêvî dike daye ser pişta risteyên xwe. Tengasiya dil û hişê şa’r çaxê li risteyan rêz dibe tehma nermbûnê meriv hîs dike, li bin kirasê peyvan de hêrsek û tofanek eşkere ye.

Mîsal; “dilê min teng e/sêtar e/dema ku tiliya xoşewîstiya te/tayên keziyên heyraniya wê dilivîne/di wê kêliyê de/salvegera dûrbûna te/dilê westiyayî dilerizîne/bi awazên xemê dijine/û bidevekî tije/şi’reke nû dixwîne”. Di esasê xwe de Jîla “hiş”ê ji binî red neke jî girêdana bi jiyanê ve xiyalan dike. Zanîstê mezin Albert Eînsteîn, hêza xeyalê ji hiş û zanînê pêş va dibîne; “Hêza xeyale ji zanîne bêhtir girîngtir e. Çîmkî sînorên zanîne heye, hêza xeyalê hemû cihanê dike nav xwe” û li ser zêde dike, “Mantiq, meriv ji noqteya Ayê dibe noqteya Byê. Hêza xeyalê dibe her der. Xeyal, ji zanîstiyê bêhtir girîng e; çimkî zanîn sînordar e. Mirov, sînorê hiş nede zorê xwe nikare bigihîne ti cîhek.”

JÎLA BI STRESA HÊZA XEYALÊ JIYAYE Û BI SEBIR SER KETIYE

Jixwe aliyekê ve helbest me ji hişê ziwa û asîmetrîk xelas nake? Yan jî ji hişê analîtîkê dûr naxe? Bêguman helbest çiqas bi maneya xwe ji “şiûr”ê were jî piştî dem û dewranan zêdetir bi hevkariya hiş û hest xwe nedomandiye? Ûrsula K. Guîn jî mantiqa ku hişê bi her awayî sînor dikir red dikir, bi hêza xiyal dimeşe, bi baskên wê xwe hildigre û deriyan li ser deriyan vedike. “Azadbûn ji dîsîplîne dûr ketin nîn e. Dikarim bêjim ku xeyal werin keyskirin, kontrol û bingeha teknîka wê hem hunerê hem jî zanîstiyê xurt dike.” Ûrsula didomîne; “Ne bawer im hêza xeyalê were dewesandin. Ger di zaroktiyê da koka hêza xeyalê were kolandin/pelçiqandin ew zarok dema mezin bibe ew ê bibe kartol.” Jîla stresa hêza xeyalê jiyayê û bi sebir ser ketiye.

Em hinek di nav risteyên helbestkara ciwan Fatime Ferhadî ya Rojhilatî de bigerin. Hûn zanin min li ser helbesta Ferhadî nivîsek weşandibû. Ji helbesta Jîla cudatir helbestekê em dixwînin. Dibe di destpêka xwendinê da hin caran riste û atmosfera wê me bibe ser helbesta Jîla, lê di esasê xwe de tena serê xwe helbestekê ji malê/resen em dixwînin. Ferhadî di helbesta xwe de qala xiracira rojane dike, ev bûyerên rojane bi uslûbek tirş û îronî aniye ser ziman. Kesên ku di helbesta xwe de honandiye, bar li milan kiriye bi her awayî stresa xwe dest nîşan dikin: “Cenabê polîs!/Qehbikên vî bajarî dar dimrin/dar jî/aşiqên sûtal ên wê qijikê ne”, “bawer nakim/na, êdî ji tu ca’deyê bawer nakim/tu vegeriyayî/û jina di himbêza te de ez nebûm/nebûm”. Navaroka helbesta Ferhadî temamî li ser jinê ye. Helbestkar Hêro Kurde li Kerkûka pîroz ji dayik bûye û hê li wir dijî. Helbestekê wê ya vekirî û em dikarin bêjin ku ji hêla erotîzmê ve risteyên wê gelek xurt in. Ez ê li ser helbesta Hêro Kurde nivîsekê amade bikim. Bo stresa helbestkar çend mînakan bidim û nivîse dawî bikim: “Dîsa xwe şilfîtazî dikim/dilê teng î siruştê/didim bi vê tazîbûna bêlezzet/ew nimêja min kirî di kêliya tazîbûnê de.”

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r
gaziantep escort bayan gaziantep escort escort

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme bonusu veren siteler 2023deneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu