DOLAR 32,3961 0.21%
EURO 35,1187 -0.03%
ALTIN 2.324,560,23
BITCOIN %
Ankara
20°

PARÇALI AZ BULUTLU

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

82 okunma

Hilbijartin

ABONE OL
21 Ocak 2023 07:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin hilbijartin wê di demek nêz de pêk bê. Atmosfera hilbijartinê êdî di her hêla jiyanê da derdikeve pêşiya me. Tevahiya nûçeyan bûye hilbijartin. Ma tenê ew. Medya civakî, bazar, kuçe, kolan û heta di nava malbatê de mijar bûye hilbijartin. Li Tirkiyê, wexta ku dikeve pevajoya hilbijartinê jiyan pûç dibe. Ev çend salên dawî ne tê de, em wer di nava hilbijartina de bûn. Ya meclîsê li hêlekê ya şaredariyê li hêlekê û di ser da jî referandûm û çi û ne çi. Em ji hilbijartina gêj bûn êdî. Di serî da jî kesên ku bi karê hunerê daketibin. Ji ber ku te berê xwe dida ku, digotin dem ne dema hunerê ye, hilbijartin heye û kes ne vala ye. Bo hilbijartinê her kes di nava xebatan de ye. Pir plan û proje hatin taloqkirin û heta gelek turneyên hunermendan hate betalkirin. Ev tişt hate serê min jî. Bo wê ku mijar dibe hilbijartin, ez dibêjim neb’xêr.

Belê, bo kesên siyasetmedar mijareke xweş e, bajar bi bajar civîn û mîtîng û hwd li dar dixin. Bo ku bibin wekîl û şaredar di nava pêşbirkê de ne. Û ne tenê bi partiyên li dij wan, di nava partiyên xwe da jî di pêşbirkan de ne. Her kes dibê ez û ez, bavê felemez. Weke mixalefeta Tirkiyê ku jê ra dibêjin maseya şeşa. Hilbijartin hatiye li derî xistiye, ew hîn li ser maseyê ji hevdu ra çîrokan dibêjin û weke gotina pêşiya yek ji yekî ra dibêje; ma bavê te ji bavên min mezintir e, ez ê bibim serokomar. De wer îja safî bike. Ka vana wê bo gel karibin çi bikin rehme? Ji xwe kurd zarokê jinbavê ye, qet di hesab de tune ye. Axir wan li paşopê kerê kirin û gotin çi ji me ra. Wa ye em ê jî bi namzetê xwe tevlî hilbijartinê bibin. Îja agir kete bin wan.

Ka em dev ji wan berdin. Siyaseta wan serê wan bixwe. Meseleya asas ya ku dixwazim ji were qal bikim tişkî dinê ye. Di hilbijartina dawîn a şaredariyan da, hin heval û dost jî tê da cîh girtin. Lê haya min ji wan tunebû. Him ji ber ku ez dûrî siyasetê me û him jî ez bi hunera xwe daketibûm. Bi Stand Up a xwe li ser dikê bûm û bajar bi bajar digeriyam. Ji xwe ku bibe qismet dil heye ku ez serboriyê xwe yî Stand Up ê jî ji were qal bikim. Bele, weke min go, bo ku ez ne vala bûm haya min ji gelek tiştan tunebû. Hilbijartin qediyabû û di ser hilbijartinê çend meh derbas bibû.

Ez jî vala bibûm. Min go hela ez li heval û dosta bipirsim. Min telefonî hevalekî xwe kir. Lê telefon venekir. Piştî nîv saet derbas bû, camêr li min geriya. Çawa min telefon vekir min gazin kir û min go; erê heyra em li we negerin û nepirsin hûn qet li me napirsin. Di ser da jî gava em li we digerin hûn telefonê xwe venakin. Go; wele ez ne vala bûm. Hîn qal dikir min ew sekinan û min go; jixwe hema hûn tim ne vala ne. Go; heyra hela bise ka ez qal bikim taliyê gilî û gazina xwe bike. Min jî bi dengekî jê nebawer go, ka hela qal bike. Go; birayê min xanima min nexweş e û ev hefteyeke em di nexweşxanê de ne. Gava tu geriya ez li ba dixtor bûm. Wexta wiha go ji fediya min nema zanîbû bê çi bibêjim. Min go, wele min nebihîstibû, bo wê ez lêborîna xwe dixwazim. Piştî ku ez jê hîn bûm bê ka li kîjan nexweşxaneyê ye, min jê ra go ez ê werim serdana te. Piştî wê rokê ez û hin hevalên din gihaştin hevdu.

Min ji hevala qala meselê kir û min go ka em herin serdana wî. Hevalêkî go; erê wele heq e; em him neçûn serdana wî yî nexweşxanê û em him neçûn bo serxêra wî. Min go, çi serxêrê, ma çi bû. Go; ma tu nizane ku bûye şaredar. Ez şaş mam. Min go; kengî, çawa, çilo. Go; ûû, hayê te ji dinyê tune. Min go, ka meselê bêje. Go; ma ne bibû encûmenê şaredariyê. Piştî wê, kesê ku weke başqan hatibû hilbijartin bi hinceta cezayê wî heye, ew jê xistin. Taliyê meclîsa şaredariyê ji dêvla wî ev hevalê me kirin başqan.

Min go; kuro camêr bûye başqan ez jî di telefonê da xwe lê radikişîn im. Ka bise ez lê bigerim. Çawa telefon vekir min go başqan û min lê pirsî. Pişt ra min go; gelo tu lê hay bû ku ez ji te ra dibêm başqan. Go; de wa nebê lo, em birayê hevin. Min go; kuro bise, tu bûye başqan hayê min ji te tune. Va hîn nû hevalên me ji min ra qal kirin ku ez pêhesiyam. Ma min zanîbûya ku tu bûye başqan, ma min di telefonê da xwe li te radikişand. Bi qerf min go; binêr başqan niha ez li ser piya me û min bişkova xwe li ber te girtiye û bi vî şiklî bi te ra diaxifim ha. Go; kuro Mihemed em bûn başqan jî em ji qerfê te xelas nebûn.

Belê, pişt ra bi hevala em çûn serdana wî. Li rabûnê min jê ra go; heyra ne ku tu bûyî başqan em hatine ha. Jixwe min ji hevalan re go ka em herin serdana wî ez bi başqantiya te hesiyam. Min dî bi qerfî go; wele nizanim. Gelo ez nebûma başqan tê bihata serdana min. Min go; madem te wiha go êdî tu têkeve sikrata mirinê jî ez bi ser te nehatim. Go; hela bise hahoo. Ma hema tê qerfa bikî. Min jî go; heyra bila her kes karê xwe bike. Tu başqanî, başqantiya xwe bike. Qerf jî bila ji me ra bimîne.

Îja, vaye hilbijartin dîsa hate ber dêrî. Vê carê ez ê hay ji xwe hebim. Û bi rastî ez meraq dikim ku di vê hilbijartinê da bê hela kîjan heval û dost wê bibe wekîl û her wekî din.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme
deneme bonusudedektifdeneme bonusu veren sitelerfixbetfixbet girişmatadorbethukuk forumDijital Pazarlama Ajansımatadorbetescort gazianteponline itibarescort gaziantephaberankara laptop alım satım
dedektif | özel dedektif | fixbet giriş