DOLAR %
EURO %
ALTIN
BITCOIN %
Ankara
22°

AZ BULUTLU

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

28 okunma

Spasî

ABONE OL
16 Mayıs 2023 02:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Mizgîn Ronak Aydin

Min yekem car wî, bi van risteyan nas kir; ”îsal bê çiya newroz nakim”. Li dilê min hatin kolan, lew ez jî li cîhek ”bê çiya” bûm û newroz hatibû. Belam me dîsa jî hewl dida ku em newrozê pîroz bikin, teva ku me dizanibû agirê newrozê tenê li çiya bilindtirîn rastirîn û gurtirîn e jî… Lê wê risteya ku di nav wê warê qedexeyan da nizanim ji ku hat û xwe li pelika guhên me xist, kir ku em rûyê xwe yê xwexapandî bibînin û bi dizîka bêjin; ”çi şerm e, ev rûyê wiha xwexapandî, kengê bûye ê me?”

Loma jî her ku me tiştek xwexapînok kir, her ku me jiyanê kir cîhê şanoyek erzan û qîma xwe bi ristên (rolên) rebenok anî, wê risteyê dengê xwe bilind, protestoya xwe jî pîroz kir. ”Bê çiya newroz nakim”. Ne xwexapandin, ne gerdentewandin. Ku nebe nabe, tiştek an heye an tune ye. Ku tune be tu nikarî xwe bi kincên gerdentewînê bixemlînî û wek ku heye xwe tevgerînî. Lew ev riste, xwedî zanînek şiyarker bû û li defa hewarê dixist. Digot, ”min nekir, tu jî neke”.

Qey şair vê risteyê wek asprînek efsûnî bera nav giyana me da bû û riste, kêngê bûbû aspirîn? Pirsa herî girîng, qey şair, bijîşk bû û ji wê cîhê xwe yê dûr jî dizanibû ku em dixwazin newrozên bê çiya pîroz bikin û xwe li ser guhên ker birazînin? Belam ev jî hebû; şairê me yê ku vê risteyê ji Moskow wiha nivîsandibû, digot ”îsal bê çiya newroz nakim”. Çima îsal? Nexwe wî jî heya demek heman tiştî kiribû, lê roj hatibû, dilê wî bûbû defa hewarê û wê risteyê pê dabû nivîsandin.

Sipasî

Destê’m gote tiliyên min:
‘Bila li meydanê we bibirin
Lê, tu carî we nekirin!’
Dev jî gote zimanê min:
‘Ez bi dirêjiya te şanazî dikim,
Mereve,
Bihingêve,
Tu lê nedî te dibirim!’
Geriyam, zivirîm di dinyayê de…
Çend bajaran xwest,
Wek keçikên govendgêr, bikevin destê min.
Lê bûka dîl a Asyayê
Nehêşt ku bi kesî re govend bigrim!
Roj baş, tiliyên min roj baş!
Sipas tiliyên min, sipas!
Heta îro
Hûn çend car çûne meydanê
Hûn dane ber şûr û tîran,
Birîndar bûn û gindirîn
Lê bi dîlî hûn qet nehatin girtinê!
Roj baş, zimanê min, roj baş!
Sipas, zimanê min sipas!
Heta niha te çend car bihart*
Kewşenê**damana mezinan!
Te çend car di nav erdê kêran re şiverê şikand,
Ketiyî kemîna teviran!
Çend car hatî derzîkirin,
Ji rast û çep hatî xaçkirin!
Lê…sipas…
Sipas ku tu her ziman î û
Te dest neda katekî din.
Her kilîtê serê min î û
Neçûyî nav devekî din.
Sipas ku,
Di nav çepera devê min de,
Çekê te yê ‘na’yê her li ser pê ye.
Di demekê de ku dest ji bo çepikan û
Dev jî tenê bo ‘belê’ye!

Ev helbest, di dîroka 10/5/1992an de li Hewlêrê hatiye nivîsîn û nîşana sipasdariyek gelek hêja ye. Spasdariyek ku li ser xwebûyînek rast û durust berz dibe û hemû hefsarên civakî yên ku mirov dihetikîne, diqetîne. Spasdariyek xwerû û nîşandeya xwenasîn û xwedîtinê… Her wiha spasdariyek ku neketiye dehfika narsîzmê û li wir, li wê çola hişk û hol, xwe nefetisandiye.

Dema ku risteyên vê helbestê, wek refên zerzûlan bifirê dikevin, zimanê mirov dibe tiştek din, lew Evdila Peşêwî gewre wiha dibêje: ”her kilîtê serê min î û/neçûy nav devekî din/spas ku/di nav çepera devê min de/çekê te yê ‘na’yê her li ser pê ye’. Nexwe ziman, hem kilîta serê mirov, hem jî xwedî çeka na’yê ye. Tiştek wiha qedirbilind e, belam carna çiqas bêvîn û bêqîmet dibe û di wê gotina pêşiyan de, wek koremarek dixwiyê: ”ziman leq, serî teq!’ Zimanê ku tenê dibe belaya serê xwediyên xwe û serên wan ji teqereq û belayan perîşan dike. Lê Pêşewê hozan, bi zimanê xwe re çiqas li hev hatî, ji zimanê xwe çiqas memnûn e, çi dost in ew û zimanê xwe, çi delal û rind in.

Ev têkiliya wiha nazik û hêzdar çawa pêk hatiye? Lê hewcê gotinên dirêj nake, ê ku ji zivistana xefletê şiyar bû û got, ”îsal bê çiya newroz nakim” jî ev ziman bû, yê ku ji ziman ra spasî kir jî. Nexwe zimanê zana, spasdar û dostê xwe bi xwe ye jî. Lê ku mirov û zimanê xwe ne di heman sîperê de be, wisa dibe dijmin û rezîlkerê hev ku, tu ziman nikare bibe derdbêjê vê yekê. Jixwe hin dem hene ku gere mirov ziman wek şêrên di kelehan de veşêre, nehêle heta ku dema wê neyê tiştek bêje. Lew ku wilo nebe gelek caran mirov wiha dibêje: ”xwezî devê min bişkiya ê min negota.” Gelo kî ye û çî ye a ku vê gotinê bi mirov dide gotin û marê poşmaniyê li stûyê mirov dipêçe? Lê bêdengiya ku carna xwediyên xwe dike leheng, lê carna jî li bin guhê erdê dixe, ew çiyê ziman e? Belam heta niha pêwendiya me û zimanê me çi be jî, bi vê helbesta Peşêw, em derbasê der û wateyek din dibin, êdî dê ew, yanî zimanê me, tenê serbilindî be ji bo me, an na dê ev helbesta ku ziman tê de ”çekdarek” çak e, tim li pey me be û nehêle ku em xwe li xemsariyan deynin.

Lê helbest wiha jî dibêje; ”roj baş, tiliyên min roj baş/sipas,tiliyên min,sipas”. Vêca em ê pêwendiya xwe û dest û tiliyan çawa, li kîjan xalîçeya kurdewarî bijenin da ku karibin bi newayek helbestî, tevlê vê helbestê bibin û pê re bijîn? Lew xwiya ye ku gelek caran em û dest û em û zimanên xwe, dibin biyanê hev, ku wiha nebûya, dê van risteyên Peşêwî, wiha li dora me kon venedana û di van heyamên biyanîstanî de bo me nebûna stare. Sipas Evdile Peşêw, sipas.

Çavkanî:

Berew Zerdeperr/Ber bi Zertavê,Abdulla Peşêw,Nûbihar
*Bihartin: derbaskirina sînor
*Kewşen: sînor

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r
şişli escort bakırköy escort gaziantep escort bayan gaziantep rus escort gaziantep escort escort

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme bonusu veren siteler deneme bonusu veren siteler 2023deneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu veren sitelerdeneme bonusu